Şanda Hevbeş a PDK û YNKê gihêşt Bexdayê

Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi beşdariya nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi beşdariya nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê.

şanda hevbeş a PDK û YNKê ji her yek Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtbîroya YNKê Ednan Muftî pêk tê.

Li gor zanyariyan, pirsa serferandûma serxwebûnê tewera sereke yên civînên şanda Herêma Kurdistanê ya ligel aliyên siyasî yên Iraqî ye.

Biryar e ew şande du rojan li Bexdayê bimîne û ligel Serokê Komara Iraqê Fûad Mesûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm bicive.

cûna şanda hevbeş a PDK û YNKê bo Bexdayê, piştî wê yekê tê, ku roja 2 vê mehê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Polîtbîroya PDK û Polîtbîroya YNKê civiyan û biryar dan ku bo encamdana referandûnê bi şandeke hevbeş ligel aliyên siyasî bicivin û şandeke din a hevbeş bo serdana Bexdayê bike.