Amerîka, Brîtanya û Fransa daxwaza biryarekê ji bo êrîşa kîmawî dikin

Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Idlibê de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir, li gor hin dîplomatan jî tê pêşbînîkirin ku îro dengdan li ser wê projebiryarê bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Idlibê de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir, li gor hin dîplomatan jî tê pêşbînîkirin ku îro dengdan li ser wê projebiryarê bê kirin.

Duh danê sibê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

Li gor zanyariyên ajansa “Reuters”, ku di projebiryara Amerîka, Brîtanya û Fransayê de hatiye, divê rêjîma Sûriyê plana firokeyên xwe ya roja Sêşemê (Roja Êrîşa kîmawî) ligel navên hemû fermandarên refên helîkopteran pêşkêşî Komîta Lêkolîna Navdewletî bike.

Herwiha di projebiryara hevbeş a wan hersê welatan de hatiye jî, divê rêjîma Sûriyê rê bide Komta Lêkolîna Navdewletî ku derbasî binkeya esmanî ya ku gûman li ser wê heye ku helîkopterê jê wê de firîne û êrîş kirine, bike.

Herwiha ew porjebiryar daxwaz ji Sekreterê Giştî ya NY Antonio Guterres dike ku mehane raportekê derbarê hevkariya rêjîma Sûriyê bi Komta Lêkolîna Navdewletî de pêşkêş bike.

Ew projebiryara Amerîkî, Brîtanî û Fransî wek hêrsekê ji berdewambûna kuştina sivîlan bi çekê kîmawî tê û daxwaza cezakirina kesên ji ber wan êrîşan ve berpirsyar in dike.

Heta niha helwesta Rûsya û Çînê yên piştgîriya Beşar Esed dikin, derbarê vê projebiryara Amerîkî, Brîtanî û Fransî de nehatiye diyarkirin.