Trump: Esed hêlên sor derbas kir

Serokê Amerîka Donald Trump rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed tumetbar dike û dibêje: “Rêjîma Esed bi karanîna çekê kîmawî hemû hêlên sor derbas kirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed tumetbar dike û dibêje: “Rêjîma Esed bi karanîna çekê kîmawî hemû hêlên sor derbas kirin.”

Donald Trump got, bi êrîşa ku tê de bêhtir ji 70 kesî canê xwe jidest dan, ku piraniya wan wî jî zarok bûn, rêjîma Esed gelek hêlên sor derbar kirin û got ku, ewê helwesta xwe derbarê Sûriyê û Esed de biguhêre.

Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê bikaranîna çekê kîmawî li Idlibê de, projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir, di projebiryara Amerîka, Brîtanya û Fransayê de hatiye, divê rêjîma Sûriyê plana firokeyên xwe ya roja Sêşemê (Roja Êrîşa kîmawî) ligel navên hemû fermandarên refên helîkopteran pêşkêşî Komîta Lêkolîna Navdewletî bike.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyê Cînadî Catîlov ragihand, heger dengdan li projebiryara Amerîkî, Brîtanî û Fransî were kirin, ewê Veto li dijî wê projebiryarê bikar bînin.

Ev cara yekem e ku Amerîka rêjîma Esed bi karanîna çekî kîmawî tuhmetbar dike, ji sala 2013an ve, ku bi sedan li derdora Şama paytext bi di êrîşeke kîmawî de canê xwe jidest dabûn. Wê demê jî Serokê Amerîka Barack Obama gotibû “Esed hêlên sor derbas kir”

Herwiha wê demê Obama gefa êrîşeke esmanî li dijî Esed xwar, lê Beşar Esed razîbû ku çekê xwe yê kîmawî radest kir.

Li ser wê biryara Obama jî Trump berê gotibû ku, ew helwesta Obama helwesteke lawaz bû.