Qamişlo: Êrîşa Xan Şêxonê derfetên çareseriyê têk dide

Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku komkujiya Xan Şêxon derfetên çareseriya siyasî di Sûriyê de têk didin. Ji aliyekî din ve jî dozê ji civaka nadewletî dikin, da ku bi erkên xwe rabin û sivîlan biparêzin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku komkujiya Xan Şêxon derfetên çareseriya siyasî di Sûriyê de têk didin. Ji aliyekî din ve jî dozê ji civaka nadewletî dikin, da ku bi erkên xwe rabin û sivîlan biparêzin.

Di amarên dawî ya komkujiya bajarokê Xan Şêxon de hejmara qurbanyan gihşte nêzî 100 kesî û bêhtir ji 300 birîndarî, vê yek jî dengvedanên tund ji aliyê civaka navdewletî ve bi xwe re anîn.

Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku piştî vê komkujiyê êdî ti gûman nemaye ku rêjîma Sûriyê di ber kuştina sivîlan de berpirsyar e. Herwiha didin zanîn ku pêwîst e civaka navdewletî li ser erkên xwe raweste û sînorekê ji tundiya rêjîma Sûriyê re deyne, nemaze ku kesên sivîl ji xwe re armanc digre.

Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedar dibînin ku êrîşa kîmawî di demekê de hatiye encamdan ku behsa çareseriya siyasî ji Sûriyê re tê kirin û ev êrîş hewildanên vê çareseriyê dê têk dide. Herwiha tekez dikin ku pêwîst e lîkolînên navdewletî derbarê vê komkujiyê bêne kirin ji ber berdewamiya tundiyê paşeroja çareseriya siyasî di Sûriyê de ne diyar dihêle.

Di sala 2013an de li gundewarên Şamê yekemîn êrîşa bi çekên kîmawî ji aliyê rêcîma Sûriyê ve hate kirin, di gel bêdengiya civaka navdewletî êrîşên bi van çekan li bajarê Helebê jî hate kirin, berî ku di 4ê vê meha Nîsanê de li bajarokê Xan Şêxon yê bi ser bajarê Idlibê ve êrîşeke nû ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê bê encam dan û di dema civîna Encûmena Asayişa Navdewletî bê biryar bidawî hat, hin dewletên endam doz dikin ku sizayên herî tund li ser rêjîma Sûriyê bêne sepandin.