Salih Mislim pêşwaziyê li êrîşa Amerîka dike

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim pêşwazî li êrîşa Amerîka li ser firokxaneya Şuayrat ya leşkerî ya Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim pêşwazî li êrîşa Amerîka li ser firokxaneya Şuayrat ya leşkerî ya Sûriyê kir.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji beşa Kurdî ya “Dengê Amerîka” re ragiahnd, Serokê Amerîka di riya bombebarankirina firokxaneya Şuayrat re, nameyeke tund arasteyî Beşar Esed kir, bo çekê kîmawî bikar neyîne.

Mislim tekez kir, piştî nemana ti riyeke aştiyane bo rêgirtin li bikaranîna çekê kîmawî, Trump bijardeya leşkerî bikar anî.

Duh berbangê, bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîka bi 59 mûşekên Tomahok êrîşî firokxaneya Şuayrat ya li parêzgeha Humsê kir.

Amerîka ku dibêje, rêjîma Sûriyê ji Firokxaneya Şuayrat ve êrîşî bajarokê Xan Şêxonê kiriye û di encamê de bihêtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û û nêzîkî 400 kes jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

firokxaneya Şuayrat ya leşkerî 31 k.m li başûrê rojhilata bajarê Humsê ye.

Di firokxaneya Şuayrat de 2 cure firokeyên şer li wir bicih dibin, firkokeyên Mîg û Sîxoyî ya Rûsî ne.