Îvanka Trump: biryareke wêrek bû
K24 – Navneda Nûçeyan
Îvanka Trump, keça Serokê Amerîka şanaziyê bi bavê xwe dike, ku rêjîma Beşar Esed mûşekbaran kir û wê biryarê binav dike, ku pêwîstiya cîhanê pê hebû.
Îvanka Trump li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” derbarê biryara Trump ji mûşekbarankirina rêjîma Sûriyê de nivîsiye: “Şanaziyê bi bavê xwe dikim, ji ber ku niha pêwîstiya cîhanê bi biyareke wêrek û girîng heye. Wî jî karî wê biryarê bide.”
Îvanka tekez jî kiriye, bo rawestandina hovîtiya rêjîma Esed, pêwîst e êrîşeke bi vî awayî encam bide.
Duh berbangê, bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîka bi 59 mûşekên Tomahok êrîşî firokxaneya Şuayrat ya li parêzgeha Humsê kir.