Rûsya: Daxuyaniyên Washingtonê pêvejoya aştiyê têk dide

Sînatorekî Rûsî dibêje, daxuyaniyên Washingtonê yên derbarê dûrkirina Beşar Esed ji desthilatê, karê civaka navdewletî asteng dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînatorekî Rûsî dibêje, daxuyaniyên Washingtonê yên derbarê dûrkirina Beşar Esed ji desthilatê, karê civaka navdewletî asteng dike.

Sînatorê Rûsî Qestentîn Kosatşov li ser hejmara xwe tûra pêwendiyên civakî “Facebook” nivîsand, daxuyaniyên Nûnera Amerîka ya NY Nikki Haley, karê civaka navdewletî ji bo destpêkirina pêvejoya aştiyê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de asteng dike.

Kosatşov got, dibe piştî daxuyanyên Nikki Haley çekdarên opozîsyonê bibêjin ka çi sûde ji danûstandinên Astana û yên Cenêvê heye û dibe çareke din vegerin şer bi rêjîmê re bikin.

Nûnera Amerîka ya li Netewên Yekgirtî Nikki Haley ragihand, heta Beşar Esad desthilatê de ye, ti egera cibicîkirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê tune ye.