Êrîşkarê Stockholmê li Tirkiye ma ye

Medya Tirkiyê bi zarê dezgehên Ozbekistanê radighîne ku, êrîşkarê bûyera terorî li paytexta Swêdê Stokholmê, demek li Tirkiye ma ye û hewl daye derbasî Suriye bibe.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Medya Tirkiyê bi zarê dezgehên Ozbekistanê radighîne ku, êrîşkarê bûyera terorî li paytexta Swêdê Stokholmê, demek li Tirkiye ma ye û hewl daye derbasî Suriye bibe.

Herweha li gor medyaya swêdî, Rakhmat Akilov ê39 salî piştî redkirina daxwaza wî ya penaberiyê li Swêdê tundrewtir bûye. Hin hevalên derdora Akilov diyardikin, ku Akilov di zanyariyan girêdayî Islamê de gelek lawaz bûye, lê piştgirê êrîşbariyê bûye. Xwestiye ku bi rêya êrîşan nave Islamê bigihe cîhanê.

Li gor hevalek Akilov bi nasnavê Farshad, ku nexwestiye nave wî yê rastî bête zanîn, eşkere kiriye ku “Akilov xwedî ramanên erênî li ser Daiş bû û ji kiryarên DAIŞ hez dikir.”

Di bûyera Stockholmê de, ku di hefteya borî de li navenda bajêr rû da, Akilov bi barhilgirekê ajot ser bi sivîlan û 4 kesan, di nav de zarokek 11-salî jiyana xwe ji dest dan