Delegasyona Brîtanî seredana Kurdistanê dike

Li gor agahdariyan berpirsê Rojhilata Navîn û Afrika di Wezareta derve ya Brîtanya de Tobias Ellwood û çendîn berpirsên din ji desthilata Brîtanyayê dê seredana herêma Kurdistanê bikin.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Li gor agahdariyan berpirsê Rojhilata Navîn û Afrika di Wezareta derve ya Brîtanya de Tobias Ellwood û çendîn berpirsên din ji desthilata Brîtanyayê dê seredana herêma Kurdistanê bikin.

Herweha hate zanîn ku, ev delegasyon piştî seredana xwe ya li Bexdayê û hevdîtinên xwe li gel berpirsên Iraqê, tên Kurdistanê.

Tê çaverêkirin, di hevdîtina navbeyna delegasyona Brîtanî û rêvebirên herêma Kurdistanê de pêwendiyên her du aliyan û referendûma serxwebûna Kurdistanê mijarên sereke yên hevdîtinê bin.