Nîv milyon kes ji Mûsilê koçber bûne

Ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve û heta niha, 500 hezar welatiyên wî bajarî koçber bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve û heta niha, 500 hezar welatiyên wî bajarî koçber bûne.

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Casim Mihemed Caf ragihand, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ve û heta niha, 500 hezar welatiyên wî bajarî koçber bûne, ku320 hezar welatî ji aliyê rojavayê wî bajarî ne.

Herwiha got jî, ji wê hejmarê, 98 hezar û 444 koçber li kempên Xazir, Cimkor û Hesen Şam yên ser bi parêzeha Hewlêr û kampa Dîbege ya ser bi qezaya Mexmûr hatine bicihkirin.

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê da zanîn jî, 15 hezar û 511 koçber jî li kampên Dihok, 183 hezar û 407 koçber li kampên ser bi navçeyên Geyare hatine bicihkirin.

Herçend e di dema berî rojhelatê bajarê Mûsilê bi temamî hatiye kontrolkirin, lê ji ber nebûna xizmetguzariyê, hîn beşêke mezin ya koçberan venegeriyane li ser mal û milkên xwe.

Di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya 45 hezar leşkerên Iraqî ji Artêşa Iraqê, Polîsa Federal, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewayê mil bi milê hêza Pêşmerge dest bi şerê kontrolkirina Mûsilê kirin.