Proseya dengdanê bo guhartina sîstema Tirkiyê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro ji demjimêr 7ê sibehê ve li Tirkiyê dengdan bo guhartina destûra Tirkiyê ji parlementeriyê bo komarî dest pê kir.
Zêdetir ji 55 milyon û 340 hezar kes mafê wan yê dengdanê hene û zêdetir ji 147 hezar sindoq bo dengdayînê li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine danîn.
AKP û MHP piştevaniya sîstema serokatiyê dikin û di referandûma îro de dengê “Erê” bikar tînin. HDP û CHP jî li dijî vê sîstemê ne û dengê “Na” bikar tînin.
Di proseya dengdanê de, 10 partiyên siyasî dikarin nûnerên xwe li ser sindoqên dengdanê danin.