Çelîk: Sîstema berê têrî Tirkiyê nedikir
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê da xuyakirin, xelkê Tirkiyê vîna xwe diyar kiriye û divê hemû alî rêzê li vê bigrin.
Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê Omer Çelîk li Edene bang li alîgirên AK Partiyê ku beşdarî pîrozbahiyê bûne kir û got, encama "Belê" bo xelkê Tirkiyê cejn e û sîstema berê êdî têrî Tirkiye nedikir.
Çelîk da zanîn, piştî hilbijartinê kesên belê dane û nexêr dane dê destê hev bigrin û Tirkiyê ber bi dahatiyeke nû ve bibin.
Çelîk got, xelkê Tirkiyê vîna xwe diyar kiriye û tiştê ku dikeve ser aliyên din, rêzgirtina vê ye.