Rojava.. Bihabûna benzînê, bandorê li kirîna otombîlan dike

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê di van salên dawî de berê xwe didin kirîna otomobîlên ku li ser mazotê kar dikin, ew jî bi sedema ku benzîna heyî gelek astengiyan ji otomobêlan re çê dike ji aliyekî ve û buhabûna nirxê wê ji aliyekî din ve.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê di van salên dawî de berê xwe didin kirîna otomobîlên ku li ser mazotê kar dikin, ew jî bi sedema ku benzîna heyî gelek astengiyan ji otomobêlan re çê dike ji aliyekî ve û buhabûna nirxê wê ji aliyekî din ve.

Herhatina welatiyên Rojavayê Kurdistanê li ser kirîna otomobîlên ku li ser benzînê kar dikin kêm dibe, ew jî bi sedema pirbûna otomobîlên Ewropî yên ku bi nirxekî arzan derbasî deverê dibin.

Otomobîlên Ewropî di sala 2011ê de piştî kirzîa Sûriyê dest pê kir derbasî deverên Kurdî bûn. Ev yek jî bû sedema ku nirxê wan arzantir in, çimkî baceya ku tê standin tiştekî li beramberî baceyên ku rêjîma Sûriyê distand, kêmtir e.