Pêşmergeyê Swêdî yê xwebexş: Tirsiyam PKK wek DAIŞê, min bikujin

Careke din Pêşmergeyê Swêdî yê xwebexş Tony Ekmen ji “mirinê” rizgar bû û gihêşte welatê xwe. Tony Ekmen li bajarê Goteborg çêroka revandina xwe ji aliyê PKKê ve ji rojnameya “Aftonblat” re vedibêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Careke din Pêşmergeyê Swêdî yê xwebexş Tony Ekmen ji “mirinê” rizgar bû û gihêşte welatê xwe.  Tony Ekmen li bajarê Goteborg çêroka revandina xwe ji aliyê PKKê ve ji rojnameya “Aftonblat” re vedibêje.

Tony Ekman bo şerê li dijî DAIŞê bike hatibû nava rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û di çeperan de şer dikir, ku welatê wî jî yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ye. Lê ti caran tisa mirinê ji ber bombe, otombîlên bombebarkirî û kêrên DAIŞê neketibû dilê wî, lê piştî ji aliyê PKKê ve hate revandin ew dibêje: “Wan wêneyên min girtin û fîlm bi min durist kirin. Gelekî ditirsiyam ku ew wek çekdarên DAIŞê piştî temambûna fîlmê, min bikujin.”

Ekman hestên xwe ji wê rojnameyê re nîşan dide û dibêje: “Bi rastî gelekî ditirsiyam, ku min bikujin, ji ber ku gef li min dixwarin ku min bibin Sûriyê û li wir min têxin zîndanê.”

Wêneyê Tony Ekmen ligel çekdarên PKKê, dema ew neçar kirin vîdyo tomar bike û bibêje, ew bi dilê xwe hatiye nava PKKê
Wêneyê Tony Ekmen ligel çekdarên PKKê, dema ew neçar kirin vîdyo tomar bike û bibêje, ew bi dilê xwe hatiye nava PKKê

Tony Ekmen dibêje: “Çekdarên PKKê rûpelek danîn pêşiya min û bi min re gotin bixwîne û bibêje, ez bi dilê xwe hatime nava hêzên PKKê.”

Medyayên Swêdî bûn sedema rizgarkirina wî, wek ew dibêje: “Mobilek kete destê min û min pêwendî bi birayê xwe re kir û derbarê rewşa xwe de ew agahdar kir. Wî jî rewşa min gihande medyayên Swêdê. Ji ber wê çekdarên PKKê tirsiyan û neçar bûn ku min rizgar bikin.”

Tony Ekmen dema gihêştiye welatê xwe û hevdîtin ligel medyayên Swêdê kiriye
Tony Ekmen dema gihêştiye welatê xwe û hevdîtin ligel medyayên Swêdê kiriye

Piştî ku hêzên PKKê ew Pêşmergeyê Swêdî yê xwebexş li Şingalê revandin, ku zêdetirî ji salakê ve li dijî DAIŞê pêwendî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kiribû, fişar li wî Pêşmergeyê Swêdî kirin, vîdyoyan tomar bike û tê de bibêje ku ew bi dilê xwe çûye nava PKKê.

Di dawiya meha Adara borî nûçeya revandina Tony Ekmen hate belavkirin û malpera K24ê roja 28 Adarê di riya jêderekî taybet ew nûçe belav kir, ku PKK dixwaze wêneya wî Pêşmergeyê xwebexş bigire û wî neçar dikin ku bibêje “Ez nehatime revandin. Ez bi dilê xwe çûme nava PKKê” lê wek di hevdîtina wî bi wê rojnameya Swêdî re hatiye û dan bi wê yekê daye, ku ew neçar kirine ku wî karî bike û tiştê jê re hatiye nivîsandin bibêje. Li gorî wê yekê, wî gotin û zanyariyên K24ê piştrast kiriye.

Tony Ekmen li Şingalê bi cilûbergên Pêşmerge, berî ku ji aliyê PKKê ve bê revandin
Tony Ekmen li Şingalê bi cilûbergên Pêşmerge, berî ku ji aliyê PKKê ve bê revandin

Dema revandinê jî, destpêkê rojnameya “Aftonbladet” a Swêdî ew nûçe belav kir û nivîsî: “Welatiyekî Swêdî bi navê Tony Ekmen ku ji salekê ve bi awayekî xwebexş di nava rêzên Pêşmerge de ye, ji aliyê hêzên YPŞ ku ser bi PKKê ve ye hatiye revandin û birayê wî zanyarî li ser rewşa wî dane û gotiye, malbata wî gelekî dilgiran in û hêvî dikin di zûtirîn dem de bê azadkirin.”

Tony Ekmen li Şingalê bi cilûbergên Pêşmerge, berî ku ji aliyê PKKê ve bê revandin
Tony Ekmen li Şingalê bi cilûbergên Pêşmerge, berî ku ji aliyê PKKê ve bê revandin

Birayê Tony amaje bi wê yekê kiriye, tenê ew zanyarî ketine destê wî, ku Tony ji aliyê YBŞ ve li Şingalê di zîndanê de ye û gotiye: “Birayê min bo hevkariya Kurd pêwendî bi Pêşmerge kiriye, ji ber wê hêvîdar im ew bê azadkirin.”

Tony berê 3 salan di nava rêza artêşa Swêdê de maye û wek xwebexşekî zêdetir ji salekê ve pêwendî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û li Şingalê erkê xwe bicih dikir.

Niha Tony gihêştiye welatê xwe. Pêşmerge jî di çeperên şer de çekdarên DAIŞê ji sînorên Kurdistanê dûr xistine. Hem Tony tirsa PKKê li ser nemaye û hem jî ew çeperên ku Tony û bi dehan xwebexşên biyanî tê de şer dikirin, metirsiya DAIŞê li ser nemaye.