Cebar Yawer: Amerîka 2 lîwayên Pêşmerge pirçek dike

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ragihand, Amerîka bi niyaz e 2 lîwayên din yên Pêşmerge pirçek bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ragihand, Amerîka bi niyaz e 2 lîwayên din yên Pêşmerge pirçek bike.

Ferîq Cebar Yawer ragihand, li gor hevkariya ku hikûmeta  Amerîkî bo Pêşmerge Texan kiribû 415 milyon dolar bû, ew hevakarî mehane ji bo piştgîrîkirina Wezareta Pêşmerge û li gor sîstema Wezareta Pêşmerge mûçeya 36 hezar Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve tê dabînkirin.

Cebar Yawer got jî: “Amerîka bi niyaz e du lîwayên din yên Pêşmerge jî pirçek bike, bi çekê sivik û çekê giran û cilûber û rahênankirinê ve.”

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got, ti fermanek nehatiye bo avakirina hêzeke çekdar ku ser bi çi partiyekê yan ji aliyekî be.”

Cebar Yawer amaje bi wê yekê kir û got jî: “Tenê ji piştî şerê DAIŞê 2014qn, fermanek ji Serokatiya Herêmê hat, bo avakirina çend focan bo Êzidiyan. Herwiha di vê dawiyê de jî fermanek hatiye ku lîwayek bo hêzên Fermandariya Parastina Êzdîxan, ya ser bi Heyder Şeşo ve. Ew jî lîwayeke dê di çarçova Wezareta Pêşmerge be û li gor sîstema Wezareta Pêşmerge bê avakirin.”