Mattis bi tundî Îran rexne kir

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis bi berpirsên Erebistana Siûdî re civiya. Piştî civînê di ragihandinekê de, Mattis bi tundî siyaseta Îranê li herêmê rexne kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis bi berpirsên Erebistana Siûdî re civiya. Piştî civînê di ragihandinekê de, Mattis bi tundî siyaseta Îranê li herêmê rexne kir.

Mattis got: “Bala me dikşîne, li her dever a li Rojhilata Navîn ku pirsgîrêk heyî de, em tiliya Îranê dibînin. Li Yemenê jî asteng li pêş danûstandinên aştiyê de ye. Em dive çareyekê bibînin”.

Mattis dê çendîn rojan li Rojhilata Navîn bimîne û seredana welatên hevpeyman û nêzîkê Amerikayê bike.