Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanya şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel gihêşte Herêma Kurdistanê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel gihêşte Herêma Kurdistanê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel şeva borî ji Bexdayê gihêşt firokxaneya Hewlêrê ya Navdewetî û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji berpirsên din yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, şerê DAIŞê û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge tewerên sereke yên civîna Barzanî û Wezîrê Derve yê Almanyayê ne.

Almanya li ser alîkarîkirina leşkerî bo Pêşmerge berdewam e, bi taybet ji destpêka şerê DAIŞê ve, bêyî vegera ji Bexdayê re jî çekê Mîlan da hêza Pêşmerge.

Mûsil ji piştî DAIŞê û avadankirina navçeyên rizgarkirî jî tewereke din ya civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Almanyayê ne.

Biryar e jî piştî civîna Barzanî û Sigmar Gabriel kenferaseke rojnamevanî were lidarxistin û piştre Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana rahênerên welatê xwe bike, ku rahênan û perwerdekirinê bi hêza Pêşmerge dikin.

Diyartirîn hevkariya Almanya bo Pêşmerge, çekê dijî tang Mîlan bû, ku li gor fermandarên leşkerî roleke wê ya yekalîkirî di rûbirûbûn û teqandina otombîlên bombebarkirî de hebû.

Sigmar Gabriel jidayikbûna sala 1959an e û roja 27 Çileya 2017an posta Wezîrê Derve yê Almanyayê wergirt.