Kiliçdaroglu: Em ji parlementoyê venakişin

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew ji parlementoyê venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew ji parlementoyê venakişin.

Kiliçdaroglu îro di hevpeyvînekê xwe de got 50 milyon kes di referandûmê de deng bikar anîne û ew rê nadin heqê wan were xwarin. Di referandûmê de dengên bêmihûr hatine hejmartin û hikûq hatiye binpêkirin. 

Kiliçdaroglu got, ew ê serî li Yasaya Bingeghîn bidin, heger encamek bidest nexin dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bidin.

Kiliçdaroglu herwiha li ser nîqaşên derbarê vekişandina ji Parlementoyê de jî got ew ji parlementoyê venakêşin. Welatî ew şandine parlementoyê û dê heqê welatiyan li parlementoyê biparêzin.

Berdevka Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand: Em encamên referendûmê nasnakin. Diziya vîn a gel hate kirin. Em ê pêngavên bersîvî bidin, di nav de vekşandin ji Parlemento jî heye!