Wezîrê Dadê: Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind rast e

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag bersiva CHP û HDPê da û ragihand, biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind rast e û ji bo betalkirina referandûmê serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn bidin jî dê encam red be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag bersiva CHP û HDPê da û ragihand, biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind rast e û ji bo betalkirina referandûmê serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn bidin jî dê encam red be.

Bozdag li ser biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a derbarê redkirina betalkirina referandûmê de axifî û got: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li ser daxwazên betalkirina referandûmê de biryarek rast daye. Ger CHP û HDP serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn bidin jî dê serîlêdanên wan were redkirin. Herwiha ew nikarin encamek ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bigirin.

CHP û HDP ji bo betalkirina referandûma 16ê Nîsanê serî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dabûn lê ev daxwaza wan hatibû redkirin. CHP û HDP xwe amade dikin ko serî li Dadgeha Yasaya Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.