Erdogan: Obama derbarê PYD û YPGê de em xapandin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya digel televîzyona ElCezîreyê de ragihand ku rêveberiya Obama derbarê PYD û YPGê de ew xapandiye, lê ew bawer nake ev siyaset di rêveberiya Trump de berdewam bike. Erdogan herwiha di hevpeyvîna xwe de rexneyên tund li Îranê û Haşdî Şeibî jî girt û got Haşdî Şeibî rêxistineke terorîst e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya digel televîzyona ElCezîreyê de ragihand ku rêveberiya Obama derbarê PYD û YPGê de ew xapandiye, lê ew bawer nake ev siyaset di rêveberiya Trump de berdewam bike. Erdogan herwiha di hevpeyvîna xwe de rexneyên tund li Îranê û Haşdî Şeibî jî girt û got Haşdî Şeibî rêxistineke terorîst e.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan beşdarê televîzyona “Aljazeera” bû û derbarê krîza Suriyê û pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de daxuayniyên girîng dan. Erdogan got, berî niha derbarê PKKê de ew û Amerîka lihev dikirin û di navbera wan de soz û peyman hebû. Ev peyman di rêvberiya Barack Obama de jî berdewm dikir. Lê Obama derbarê PYD û YPGê de Tirkiyeyê xapandiye. Lê ew ji rêvebriya niha ya Amerîkayê hêvîdar e û bawer nake ku Trump wekî Obama tevbigere.

Erdogan herwiha bal kişand li ser pêwendiya telefonî ya çend roj berê di navbera wî Trump de pêk hatibû û got, wan li ser meseleyên li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirine. Wî ji Trump re gotiye, PYD û YPGê baskên PKKê ne. Divê werin tunekirin. DAÎŞ jî rêxistinek terorê ye PYD jî. Lewra ne rast e mirov şerê rêxistineka terorê digel rêxistineka dî ya terorê bi rê ve bibe.

Erdogan got jî, Amerîka û Tirkiye di nava NATOyê de bi hev re ne û 2 welatên stratejîk yên hevkarên hevûdu ne. Divê ev hevkarî berdewam bike.

Erdogan di heman demê de rexneyên tund jî li Îranê girtin û got: “Îran di demên dawî de hewl dide siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn firehtir bike û ji ber vê yekê jî ew nerehet in.”

Derbarê Iraqê de Erdogan got: “Li Iraqê mijara herî berbiçav a di şerê DAÎŞê de ev e. Heşdî Şabî rêxitineka terorîst e. Lêbelê gelek balkêş e ku Parlementoya Iraqê nabêje ew terrorist e. Ya girîng ew e ku kê pişta Haşdî Şeibî digre?”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku, Heşdî Şeibî ji aliyekî ve li ser Şengalê kar dike û ji aliyekî din ve jî êrîşê Tileferê dike. Divê Haşdî Şeibî karên wiha neke. Ew ji vê yekê dilgiran dibin.