Rêzan Gelo: Ti desthilata Esed li ser xaka Sûriyê nemaye

Serokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê Rêzan Gilo li ser daxuyaniyên Beşar Esed ji K24ê re wiha got: “Ti pêwendiya me wek gelên rojavayê Kurdistanê bi rêjîma Beis re ne berê hebû û ne jî niha heye. Me şoreşek kir û me deverên xwe ji rêjîma Beis rizgar kir.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de raghandibû, ku pêwendiya wan ligel hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê rasterast in. Derbarê federalîzma Bakurê Sûriyê de jî got, tiştek bi navê federalîzma Bakurê Sûriyê tune ye û piranya xelkê Sûriyê ne bi vê nerînê re ne û dema hikûmet vegere wan deveran, ev yek nayê qebûlkirin.

Serokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê Rêzan Gelo li ser daxuyaniyên Beşar Esed ji K24ê re wiha got: “Ti pêwendiya me wek gelên rojavayê Kurdistanê bi rêjîma Beis re ne berê hebû û ne jî niha heye. Me şoreşek kir û me deverên xwe ji rêjîma Beis rizgar kir.”

Gilo amaje bi wê yekê kir, ti hebûna hêzên rêjîma Sûriyê li deverên wan tene, tenê hebûna wan li firokxaneya Qamişlo û di çarkoşeya ewlehiyê hene, ew jî ji aliyê me ve dorpêçkirî ne.

Li ser daxuyaniyên Beşar Esed yên derbarê federalîzma Bakurê Sûriyê de Rêzan Gelo got, ti desthilata rêjîmê li ser xaka Sûriyê nemaye. HSDê hemû bakurê Sûriyê rizgar kiriye, li hin deveran DAIŞ heye, li deverine din hin hêzên opozîsyonê hene. Herwiha hêzên Hizbulah, Îranî û Rûsyayê hene. Tiştek di destê rêjîmê de nemaye.

Derbarê berdewamiya piştevaniya Amerîka û Rûsyayê ji hêzên HSDê û Rêveberiya Xweser re, Gelo got: “Amerîka û Rûsya piştevaniya wan dikin. Pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkeke navdewletî, dema hemû alî li Cenevê danûstandin bikin, dê plan bo Sûriyeya pêşerojê were danîn û mana hemû hêzên li Sûriyê dê bibe cihê guftûgoyê.”

Serokê Desteya Berevaniyê li Cizîrê got jî: “Niha em şerê DAIŞê û komên terrorist dikin, heger çi rêjîma Sûriyê yan çi hêzeke din bixwaze destkeftên gelê me têk bide û êrîşî me bike, dê ji aliyê me de bersiveke gelekî tund bibîne.”

Derbarê birêvebirina navçeyên rizgarkirî de, Gelo diyar kir, bo rizgakirina deverên Erebî wan piştevanî da Ereban wek Minbicê, lê piştî rizgarkirinê Minbic radestê Encûmena Sivîl bû, dê heman tiştî ji bo Reqayê jî bikin. Piştre ew dikarin di riya avakirina Kantonan re danûstandinê bi hev re bikin.

Li ser avakirina Amerîka ji firokxaneyekê li Kobanî, ku dê cihê binkeya Încirlîkê bigire. Gelo got: “Pêwîstiya şerê DAIŞê bi avakirina firokxaneyan û piştevaniyeke leşkerî ya zêdetir heye, cihên wiha jî hatine avakirin.”