Amerîka rojnamevanên Kurd pîroz kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Di salvegera 119mîn a derketina yekem rojnameye kurdî - Kurdistan, Konsûlxaneya Amerîkayê li ser tora civakî facebookê de peyamek belav kir û ragihand: ‘’Em rêz li karkirina rojnamegerên Kurd di rewşên giran û metirsîdar de kar dikin digrin.’’
Herwaha Konsûlxaneya Amerîkayê spasiya jîrbûn û zîrekiya rojnamegerên Kurd kir û diyar kir: ‘’Em spasiya jîrbûn û zîrekiya rojnamegerên Kurdistanê dikin, ku jiyana xwe dixin metirsiyê, bo aşkera kirina rastiyan û bi taybet jî di şerê dijî DAIŞê de.’