Xwenîşandan li dijî encamên referandûmê berdewam dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwenîşandan û nerazîbûnên li dijî encamên referandûma 16ê Nîsanê ya Tirkiyê berdewam dike.
Li bajarê Stenbolê navçeyên wekî Bakirkoy, Kadikoy, Avcilar û Beşîktaşê welatî derletin li kolanan û dirûşmên nerazîbûnê bilind kirin. Li gor Xwenîşanderen encama referandûmê NAyê û sextekarî hatiye kirin û divê referandûm betal bibe.
Ji aliyekî din ve li bajarê Uşakê jî xwenîşandan hebû lê polîan destêwerdana çalakvanan kir û 15 kesan binçavkirin.
Di çarçoveya nerazîbûnan de CHP jî duh ji bo betalkirina refrandûmê serî li Dadgeha Bilind dabû.