Nexweşxaneyeke Idlibê hate bombebarankirin

Nexweşxaneyeke meydanî li Idilbê ji encama bombebarankirinê ji kar ket. Li Hemayê jî şerê rêjîm û opozîsyonê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nexweşxaneyeke meydanî li Idilbê ji encama bombebarankirinê ji kar ket. Li Hemayê jî şerê rêjîm û opozîsyonê berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, nexweşxaneyeke meydanî li devera Ebdîn li başûrê Idilbê hate armanckirin, û di encamê de 5 karamendên nexweşxaneyê bi giranî birîndarbûn û hîn jî 4 kesên dî di bin avahiyan de windayî ne.

Li gor wê rewangehê, ji encama wê bombebarana tund, ew nexweşxane bi temamî ji kar ket.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir, nehat zanîn ew nexweşxane ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê ya yên Rûsyayê hatibe armanckirin.

Herweha li bajarokê Letamna yê parêzgeha Hemayê şer û pevçûn di navbera rêjîm û opozîsyonê de berdewam e û di encama operasyonên esmanî yên rêjîmê li ser wî bajarokî, gelek avahî wêran bûne û hîna hin kes di bin avahiyên wêrankirî de mane.