Hebûna PKKê li Şingalê dibe sedema şerekî

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê hişyariyê dide ku, hebûna PKKê li Şingalê dibe sedema şerekî giran û dibêje: “Tirkiyê ji bo lêdana PKKê li Şingalê xwe baş amade dike û her roj gef li wê yekê tên xwarin. Ev jî metirsî ye li xelkî Şingalê.”
kurdistan24.net

 

K24 – Şingal

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê hişyariyê dide ku, hebûna PKKê li Şingalê dibe sedema şerekî giran û dibêje: “Tirkiyê ji bo lêdana PKKê li Şingalê xwe baş amade dike û her roj gef bo wê yekê tên xwarin. Ev jî metirsî ye li xelkî Şingalê.”

Ji aliyê xwe ve Qayemqamê Şingalê hebûna PKKê li Şingalê bi metirsî li ser xelkê Şingalê dibîne û daxwaz ji PKKê dike ku berî şerek li Şingalê rû bide, ji Şingalê vekişe û dibêje: “Hebûna PKKê li Şingalê li dijî vîna xelkê Şingalê ye û ew jî bûye sedemek ku xelkê Şingalê venegerin ser mal û milkên xwe. Herwiha ew bûne sedemeke jî ku Tirkiyê fişar û planekê bo Şingalê dike. Tiştê ku PKKê jî dike li dijî berjewendiya Êzidiyan e.”

Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, PKKê hêzeke taybet bo Şingalê ava kiriye, di demên dawî de jî nakokiyên mezin di navbera rêveberiya deverê û wê hêzê de derketine. Qayemqamê Şingalê çendîn car e daxwaz ji PKKê kiriye ku ji Şingalê derkevin, lê PKK red kiriye.