PDK û YNK: Divê Parlemento di xizmeta referandûm û serxwebûnê de be

K24 – Navenda Nûçeyan Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteke hevbeş bo pirsa referandûmê pêk tînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herdu Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteke hevbeş bo pirsa referandûmê pêk tînin.

Polîtbîroya herdu partiyan piştî civîna îro ya bi serpereştiya Serok Barzanî di daxuyaniyekê de naveroka civînê aşkere kirin, ku ji 3 tewerên sereke pêk hatibû, ji wan çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, pirsa referandûmê û çawaniya karakirina Palementoyê û projeya nexşeya YNKê bûn.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat, herdu alî hewl didin bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê û yekezî li ser piştevaniya hikûmet û dam û dezgehên kirin, bo baştirkirina jiyan û guzariya xelkê di hemû waran de.

Herdu aliyan tekezî li ser encamên civîna berê ya Polîtbîroya herdu partiyan PDK û YNKê kirin, bi taybet:

  • Pêkanîna komîteyeke taybet: bo pirsa referandûmê û destnîşankirina dema encamdana wê.
  • Çawaniya karakirina Parlementoya Kurdistanê bi awayekî ku xizmeta proseya referandûm, serxwebûnê û yekrêziya niştimanî bike.
  • Nexşerêya YNKê, piştî xwendin û vekolînê ji aliyê PDKê ve bersivê dide.