Wezareta Pêşmerge: Bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin

Wezareta Pêşmerge derbarê bombebaran firokeyên şer yên Tirkiyê li Çiyayê Şingalê de belav kir û ragihand, bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge derbarê bombebaran firokeyên şer yên Tirkiyê li Çiyayê Şingalê de belav kir û ragihand, bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye “Îro 25-04-2017 demjimêr 02.00ê danê sibê, çiyayê Şingalê û derdora wî ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Di encamê de ziyan û wêrankariyeke mezin çê bûye, 5 Pêşmerge şehîd bûne û 9 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Di beşeke din ya daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye, “Şehîdbûna Pêşmergeyan cihê dilêşiyeke mezin e û bombebarana firokeyên Tirkiyê jî nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ev pirsgirêk û grift di encama hebûna PKKê ya li navçeyê ye. Hebûna wan ji bo gelê navçeyê û yê Herêma Kurdistanê dibe sedema serêşî û pirsgirêkan. Tevî ji hemû aliyan jî gelek caran daxwaz ji wan hatiye kirin, da ku ji çiyayê Şingalê vekişin, lê guh nedane ti kesan.”

Di dawiya daxuyaniyê de Wezareta Pêşmerge dibêje, “Ji vir de dubare daxwaz dikin ku PKKê hêzên xwe ji Şingalê vekişîne, da ku nebin sedema ne aramî û kûrbûna pirsgirêkan li vê navçeyê û rê bidin jiyan ji xelkê navçê re veger.”