Navên Pêşmergeyên şehîd û birîndar
K24 – Navenda Nûçeyan
Vê sibehê bi egera “bombebarankirina binkeyên PKK” firokeyên şer ên Tirkiye deverên çiyayên Şingalê bomberana kirin. lê yek ji sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê bi ber êrîşê ket û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 8 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand, navên şehîdên Pêşmerge û birîndaran aşkere bûn û birîndar niha li nexweşxaneyên Dihokê tê dermankirin.
Navên Pêşmergeyên şehîd wiha ne:
- Îsmaîl Seîd Bapîr.
- Mistfa Resûl Hemo.
- Îdrîs Ebdulah Şemdîn.
- Behcet Mihemed Seîd.
- Hîşam Hişyar.
Herwiha di wê bombebaranê de hejmarek ji Pêşmergeyan jî birîndar bûn. Navên wan jî wiha ne:
- Îmad Ebdula.
- Semîr Ebdula Ehmed.
- Mihemed Hesen Mistefa.
- Sabir Selîm Reşo.
- Hisên Mihemed Sidîq.
- Azad Ferîq Omer.
Wezareta Pêşmerge derbarê bombebaran firokeyên şer yên Tirkiyê li Çiyayê Şingalê de belav kir û ragihand, bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.