Rêdûr Xelîl: 20 şervan şehîd bûne

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ragihand, di êrîşa îro ya firokeyên Tirkiyê de, li çiyayê Qereçox 20 şervan şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ragihand, di êrîşa îro ya firokeyên Tirkiyê de, li çiyayê Qereçox 20 şervan şehîd bûne.

Berdevkê fermî yê YPG Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de ragihand, xala navendî ya YPGê li çiyayê Qareçox ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hete bombebarankirin û navendên wan hatin rûxandin.

Rêdûr Xelîl ragihand, di encama bombebarana Tirkiyê de 20 şervan şehîd bûne û 18 şervanên din birîndar in, ji nava wan birînên 3 şervanan giran in.

Şeva borî û îro berbangê, firokeyên şer yên Tirkiyê binke û baregehên YPG û YBŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û li gor ajansên nûçeyan yên nêzîkî YPGê, 26 firokeyên şer di êrîşê de beşdar bûn.