Mesrûr Barzanî: Bo êrîşa li ser Şingalê, me daxwaza ronîkirinê ji Tirkiyê kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, “Bombebarana Tirkiyê li ser çiyayê Şingalê karekî ne çaverêkirî bû.”
Di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya “New York Times” de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî derbarê bombebarankirina çiyayê Şingalê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê de ragihand, ev yekem car e Tirkiye wê navçê bombebaran dike, berê Tirkiyê navçeyên sînorî bombebaran dikir.
Herwiha Mesrûr Barzanî ji wê rojnameyê re aşkere kir, wan daxwaza ronîkirinekê ji Enqerê kirine, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn û ragihand, “Herêma Kurdistanê hêvî dike ew êrîş ya ku bû sedema şehîdbûna 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 9 Pêşmergeyên din, bi şaşbûn bûbe.”