Partiyên Kurdistanî: Divê PKK ji Şingalê vekişe

Partiyên Kurdistanî yên Bakur, li Diyarbekirê êrîşên Artêşa Tirk ên li Rojava û Şengalê bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir û hat gotin ku Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkiyeyê ye, mafê Tirkiyeyê tuneye bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.”

K24 – Diyarbekir

Partiyên Kurdistanî yên Bakur, li Diyarbekirê êrîşên Artêşa Tirk ên li Rojava û Şengalê bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir û hat gotin ku Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkiyeyê ye, mafê Tirkiyeyê tuneye bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.” Di daxuyaniya ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) û Hereketa Azadî bi hevparî belav kirin de bang li PKK’ê jî kirin û gotin ku; divê demek zûtir PKK xwe ji Şengalê vekişîne, hebûna wê ya li Şengalê dê her tim xetereya êrîşên derveyîn bi xwe re bîne.

Partiyên Kurdistanî yên Bakûr, duh (25.04.2017) bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên firokeyên şerî yên Tirkiyeyê ku li Şingalê bû sedema şehadeta 5 Pêşmergeyan, şermezar kir. Rêveberên PAK, PSK, PDK Bakûr û Hereketa Azadî bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku; di dema ku Başûrê Kurdistanê amadekariyên referandûmê dike de qewimîna vê êrîşê balkêş e.

Di daxuyaniya hevpar de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê jî hat kirin û gotin ku; “Divê PKK rêzê li desthilatiya Hikûmet û Parlementoya Kurdistanê bigire û ji Şengalê vekişe. Hebûna PKK’ê li Şengalê dê rê li êrîş û têkdayînên xêrnexwazên gelê Kurd veke. Pêwîst e Kurdistan ji guftûgoyên hebûna PKK’ê safî bibe da ku dewletên xêrnexwaz nikaribin bi vê hincetê destdirêjiya Kurdistanê bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li Dewleta Tikiyeyê jî hat kirin û hat gotin ku; “Em bangî Dewleta Tirkiyeyê jî dikin ku dest ji van êrîşan berde. Bi şer û pevçûn û kuştin û êrîşan Pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê ranabe. Dewleta Tirkiyeyê divê rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û li mafên neteweyî û demokratîk ên Gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bigire. Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkiyeyê ye, mafê Tirkiyeyê tuneye bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.”

Rêveberên partiyên navborî diyar kir ku Şengal bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin û wisa jî tê parastin û tu kes nikare careke din Şengalê bi ser Bexdayê ve girêbide.

Di daxuyaniyê de ji bo malbatên şervan û pêşmergeyên ku ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane, sersaxî hat xwestin û hat diyarkirin ku divê her Kurdên li cîhanê, serxwebûn û destkeftinên li Başûrê Kurdistanê jî û yên li parçeyên din jî biparêze û rê li ber plansaziyên xêrnexwazan venebe.

Ji aliyê din ve Partiya Maf û Azadiyan a Kurdistanê Hak-Par jî li ser êrîşê daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û got ku; “Dewleta Tirk, nikare bi bombekirina çil û çiyayên nav sînorên xwe, him jî yên welatên cîran; Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava, Pirsa Kurd çareser bike. Divê Pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike.”