Heşda Şeibî li dijî hebûna PKKê ya li Şingalê ye

Hêza Heşda Şeibî ya Iraqê li dijî hebûna PKKê ya li Şingalê ye û dibêje hebûna PKKê ne destûrî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Heşda Şeibî ya Iraqê li dijî hebûna PKKê ya li Şingalê ye û dibêje hebûna PKKê ne destûrî ye.

Berdevkê Heşda Şeibî ya Iraqê Ehmed Esedî ji K24ê re got: “Li gor destûra Iraqê nabe ti hêzeke ne Iraqî li ser xaka Iraqê be, bi taybet heger li ser welatên cîran jî bibe gefek, ji ber wê hebûna hêzên PKKê li Şingalê ne destûrî ye û hebûna wan jî red dikin.”

Derbarê êrîşa firokeyên şer ên Tirkiyê li ser çiyayê Şingalê û şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyan de, Esedî got: “Pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniyê ya Iraqê ye, ji ber wê her êrîşek li ser Pêşmerge were kirin, binpêkirina serweriya Iraqê ye û êrîşa li ser tevahiya Iraqiyan e.”