Hevwelatiyên Rojavayî yên di nav DAIŞê de, direvin!

Rojnameya Guardian a Brîtanî, di lêkolînên xwe li ser hevwelatiyên Rojavayî ku di nav DAIŞ cîh digrin de, gihişt wê encamê ku, niha bi taybetî hevwelatiyên welatên Ewrûpa ji DAIŞ direvin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Guardian a Brîtanî, di lêkolînên xwe li ser hevwelatiyên Rojavayî ku di nav DAIŞ cîh digrin de, gihişt wê encamê ku, niha bi taybetî hevwelatiyên welatên Ewrûpa ji DAIŞ direvin.

Li gor rojnameyê zêdeyên van welatiyên Ewrûpayê xwe digihînin Tirkiyê û xwe radestî Tirkiye dikin. Tê bawerkirin, girîngtirîn sedema reva hevwelatiyên Rojavayî şkestin a DAIŞ li xaka Suriye û Iraqê ye.

Di nûçeyê de hatiye ku, herî dawî 2 hevwelatiyên Ingilistanê û hevwelatiyek Amerikayê xwe radestî Tirkiye kirin e. Herweha hin çavkaniyan ji nav DAIŞ ragihandine ku, hejmara hevwelatiyên Rojavayî di nav DAIŞ de her diçe kêm dibe.

Ji sala 2013an ve heta niha tê bawerkirin ku, biqasî 30 hezar biyaniyan di nav DAIŞ de cîh girtiye. Li gor rojnameyê gelek ji wan hatine kuştin û yên din jî dixwazin ji rêxistinê birevin.