Tirkiyê hêzeke zêde li Kilîsê kom dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê hejmareke zêde leşker û wesaîtên leşkerî şand bajarê Kîlîsê ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de tankên ku topên obûsê berdidin û wesaîtên ku mûşekan berdidin digel hejmarek zêde leşkeran şand bajarê Kîlîsê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bicih kir.
Hat zanîn şandina wesaîtên leşkerî di çarçoveya êrîşên di navbera YPG û Arteşa Tirkiyê de pêk hatiye û dê hejmarek tankên ku obûsan berdidin li herêma Afrînê jî werin bicihkirin.
Arteşa Tirkiyê li bajarê Rihayê û Serêkaniyê jî bergiriyên xwe yên ewlekariyê zêdetir kiriye û dehan wesaîtên zirxpoş daniye ser sînor.
Piştî êrişa asmanî ya Tirkiyê li ser Şengal û Qereçoxa Rojavayê Kurdistanê, aloziya navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirk berdewam dike. Artêşa Tirk jî çend roj in ji Efrînê heta Dêrikê gelek xalên YPG topbaran kiribûn. YPG jî dabû xuyakirin, li gelek deveran bersiva topbaranê hatiye dayîn.