Mislim: Helwesta Amerîka û Rûsya ne li gor dilê me ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand, ew li Efrînê digel Rûsyayê de operasyonên hevbeş pêk tînin. Herwiha Mislim daxwaza herêma dijefirînê jî ji bo Rojavayê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand, ew li Efrînê digel Rûsyayê de operasyonên hevbeş pêk tînin. Herwiha Mislim daxwaza herêma dijefirînê jî ji bo Rojavayê Kurdistanê dike.

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvîneke bi ajanseke nêzîkî PKKê re got, pêwendiyên wan ligel Amerîka û Rûsyayê di çarçova hevpeymaniyê de ne û ew li Efrînê xebata dijî terorê berdewam dikin û hevpeymaniya wan berdewam e.

Mislim got: “Balkêş e ku êrîşa dawî ya Tirkan piştî referandûmê hatiye kirin. Bi vê referandûmê re dixwaze xwe weke sûltan nîşan bide. Trkiye dibîne ku kengî DAIŞ tengav bû hingî Tirkiye êrîşî me dike. Ev êrîş, di kêliya dawî ya kontrolkirina Tebqayê de hate kirin.”

Mislim tekez dike ku, wê berisva her êrîşeke Tirkiyê bidin û dibêje, berisva êrîşên hatine kirin jî hat dayîn û ew dê berdewam bin li ser parastina gelê xwe.

Hevserokê PYDê rexneyê li helwesta Amerîka û Rûsyayê jî digire û dibêje: “fermandarên Amerîka li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Nerazîbûna xwe tînin ziman. Lê bêguman ev nerazîbûn ne di wê astê de ye, ku bi dilê me be.”

Mislim got jî, ew ragihandina “Herêmeke dijefirînê” dixwazin. Ew dixwazin Tirkiye bi temamî xwe ji Rojava û Sûriyê vekişîne, jii ber ku dixwaze tevlîheviyê li Sûriyê çê bike.