Rêjîmê bixwe serweriya Sûriyê binpê kiriye

Di heyama heftiyekê de 2 cara xaka Sûriyê ji aliyê artêşa Israîl û Tirkiyê ve hatiye topbarankirin, ku rayedarên Sûriyê vê yekê bi binpêkirina serweriya Sûriyê bi nav dike.

 

K24 – Qamişlo

Di heyama heftiyekê de 2 cara xaka Sûriyê ji aliyê artêşa Israîl û Tirkiyê ve hatiye topbarankirin, ku rayedarên Sûriyê vê yekê bi binpêkirina serweriya Sûriyê bi nav dike.

Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku ji dema berî krîzê ve serweriya Sûriyê bi destê rêjîmê bi xwe dihateiye binpêkirin. Serkirdeyên Encûmena Nitîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) didin zanîn jî ku rakirina siloganên parastina xak û serweriya Sûriyê tenê ji bo binçavkirina destêwerdanên welatên din mîna Îran û Rûsiyayê di Sûriyê de ye.

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih di vê derbarê de ji K24ê re got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê de rêjîmê xaka Sûriyê neparastiye, ji ber ku wê bixwe destêwerdana hevalbendên xwe xwast ji mîlîşyatên Îranî, Hizbulaha Libnanî û Rûsyayê. Opozîsyona Sûriyê jî neçar bû alîkariyê ji hevalbendên xwe bixwaze. Dema teror li Sûriyê pir bû, her kesî destêwerdan kir. Îro ti serweriya Sûriyê nemaye.”

Ji aliyekî din ve hin siyasetmedar amaje bi wê yekê dikin ku hilgirtina siloganên parastina serweriya Sûriyê ji aliyê rayedarên hikûmeta Sûriyê ve, yek ji awayên dûrkirina çareseriya siyasî re ye. Herwiha tekez dikin ku, çendî hêzên navdewletî di Sûriyê dene loma rêjîma Sûriyê berpirsê sereke ye ji binpêkirina serweriya Sûriyê re çi di dema niha de be yan jî ji demên berî krîza Sûriyê be.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo jî got: “Rêjîma Beis wek hemû dewletên netewî yên piştî peymana Syske-Picotê hatine avakirin, nikarî bi tenê serweriya niştimanî û nasnameya Niştimanî çê bike. Dijayetiya hemû pêkhateyan kir û bi taybet Kurd, ev jî bixwe kete qonaxekê de ku berjewendiyên derve pêk anî.”

Di her êrîşeke ji aliyê dewletên dijberî rêjîma Sûriyê li ser hin dever û navendên leşkerî, berpirsên rêjîma Sûriyê van êrîşan bi piştgiriya terorê û binpêkirina serweriya Sûriyê binav dike, di demekê de ku alîgirên wê mîna welatê Rûsiya û Îranê rojane sivîlên Sûriyê û malên wan bobembaran dikin û di dema hin dibînin ku rewşa aloz ya Sûriyê sedema van destêwerdanan e, hin din dibînin ku nepabendbûna rêjîmê bi rêkeftinên çareseriya siyasî ew e sedema sereke ji zêdebûna destêwerdanê di xaka Sûriyê de.