Îtalya 11 Pêşmergeyan derman dike

Kunsula nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê radigihîne, 11 Pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de birîndar bûne, li Îtalyayê û li ser erkê wî welatî tên dermankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kunsula nû yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê radigihîne, 11 Pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de birîndar bûne, li Îtalyayê û li ser erkê wî welatî tên dermankirin.

Kunsula Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê Serena Muroni ragihand, Îtalya pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi girîngî dibîne û di piştgîrî û hevkariyê de berdewam dibe, di dema nêzîk de 11 Pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de birîndar bûne, li Îtalyayê dê werin dermankirin.

Ev daxuyaniyên kunsula nû ya Îtalyayê, îro di çarçova hevdîtinekê ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tên.

Li gor malpera fermî ya Fermangeha Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermangeha Pêwendiyên Derve pîrozbahî li Serena Muroni kirin û spasiya gel û hikûmeta Îtalyayê kirin bo piştgîriyên wan ji Herêma Kurdistanê re yên di warê şandina şêwirmendên leşkerî bo rahênankirina hêza Pêşmerge û hevkariya mirovî de.