Ala rêjîma Sûriyê li Efrînê hat bilindkirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ku di destê Rêveberiya Xweser de ye, ala rêjîma Sûriyê li ser navendeke PYDê hat bilindkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ku di destê Rêveberiya Xweser de ye, ala rêjîma Sûriyê li ser navendeke PYDê hat bilindkirin.

Berpirsê dezgeha mafên mirov û demokrasiyê li Kurdistanê Comerd Hemdoş ji “BasNews” re ragihand, îro danê nîvro ala rêjîma Sûriyê li gundê Kefercenê li devera Şera ya Efrînê hat bilindkirin.

Comerd Hemdoş, ku bi xwe xelkê Efrînê ye, da zanîn ku destpêkê 2 otobûs tijî hêzên rêjîma Sûriyê derbasî wî gundî bûn paşê ala rêjîmê li ser avahiya navendeka PYDê, ku cihê leşkeriya neçar bû, hat bilindkirin.

Wî çalakvanê Rojavayî da zanîn ku komek hêzên rêjîma Sûriyê jî berê xwe dane sînorê Tirkiyê û tê pêşbînîkirin li wir jî alaya rêjîmê were bilindkirin.

Çend roj berê hêzên Rûsya derbasî ser sînorê navbera Tirkiye û herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bibûn.

Li gorî Hemdoş, bicîhbûna hêzên Rûsya li Efrînê tê wê wateyê ku hêzên rêjîma Sûriyê jî dê vegerin Efrînê.