Parêzgarê Silêmaniyê dest ji kar berda

Parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir di konferanseke rojnamevanî de dest ji postê xwe vekişand.

K24 – Silêmanî

Parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir di konferanseke rojnamevanî de dest ji postê xwe vekişand.

Serdar Qadir di konferanseke rojnamevanî de sedemên destjikarvekişandina xwe vegerand, ku wek rêveberê Silêmaniyê wî nikariye kar û daxwazên welatiyan bicih bîne.

Serdar Qadir got: “Dahatûya navxwe gelekî kêm e ku nikarim dibistanan ji xwendekaran re çak bikim. Niharim mûçeya mamosteyan peyda bikim. Min soz dabû ji piştî xwepêşandanan rê û kehrebê çak bikim û projeyên ava vexwarinê çareser bikim, lê min nikarî. Ez ji ber dîroka xwe ya siyasî û tevgera xwe min biryar da dest ji kar bikişînim û digihînim Serokatiya Encûmena Parêzgariyê.”

Serdar Qadir endamê Tevgera Gorrane û amaje bi vê yekê kir, ku ji naha û pê de tenê wek berpirsek Tevgera Gorran dê kar bike.