4 Wezaret bo MHP?

Di kulisên siyasî li paytexta Tirkiye Enqere tê gotin ku, AK Partiyê daxwaza beşdariyê di desthilatê de ji MHP kiriye û dê 4 wezaretan bide MHP.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di kulisên siyasî li paytexta Tirkiye Enqere tê gotin ku, AK Partiyê daxwaza beşdariyê di desthilatê de ji MHP kiriye û dê 4 wezaretan bide MHP.

Di seredana Erdogan bo Hindistanê de, 2 Parlementerên MHP jî di delegasyonê de cîh girtibûn. Ew pêngav jî, wekî nîşanek hevgirtinê di navbeyna her du partiyan de tê liqelem dan.

Di axaftina xwe ya di gruba parlementoyî ya MHP de, Serokê Partiyê Dewlet Bahçelî anîbû ziman ku, “dê di hikumetê de cîh negrin”. Lê, li gor şîrovevanan ev tenê gotin in û MHP dê di hikumetê de cîh bigre!

Tê gotin ku, AK Partî pêşniyara wezaretên: bergiriyê, aborî, geştyarî û spor, genc û kulturê, ji MHP re kiriye.