Aloziyên mezin di nav CHP de

Gengeşeyên piştî referendûma 16ê Nîsanê, di nav Partiya Komarî ya Gel (CHP) de bûn aloziyên mezin. Di navbeyna Serokê CHP Kiliçdaroglu, Serokê berê Deniz Baykal û nave girîng ê Partiyê Fikri Saglar de pirsgîrekên kûr hatine pêş.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka CHP Selin Sayek Boke destnîşankir ku, di derheqê parlementer Fikri saglar de lêkolîn destpêkiriye û Komisyona Disiplina Partiyê dê di derheqa gotinên wî dijî Serokê Partiyê de, dê biryarê bide. Saglar, Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu “zilamê takekes” binav kiribû.

Herweha Serokê berê yê CHP Deniz Baykal, di bernameyek telewizyonî de xwesteka xwe ya kandîdbûna Abdullah Gul (Serokomarê berê û endamê AK Parti) li ser nave muhalefetê di hilbijartina Serokomariyê ya 2019an de anîbû ziman. Van gotinên Baykal nerehetiyek mezin di CHP de peyda kiribû.