Li Efrînê endamekî PDK-Sê hate binçavkirin

Li Efrînê, Asayişa Rojava endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, Asayişa Rojava endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav dike.

Nivîsgeha Ragiahandinê ya PDK-Sê li Efrînê di daxuyaniyekê de da zanîn ku endamê wê partiyê Îsmaîl Heyder li gundê Medyan Ekbesê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hate binçavkirin û berve cihekî ne diyar ve hatiye birin.

PDK-Sê binçavkirina Îsmaîl Heyder şermezar kir û berpirsayetiya saxbûna wî jî xiste stûyê Rêveberiya Xweser. Herwiha daxwaza azadkirina wî kir.

Herwiha PDK-Sê daxwaza azadkirina endêm din yên wê partiyê ji demekê ve di girtîgehên Rêveberiya Xweser ve girtî ne, kir wek (Ehmed Sîdo, Îdrîs Elo, Neşet Reşo, Mihemed Mistefa, Nebî Hesen, Elî Oxreş, Ednan Cabo, Emar Cencî, Şaban Şêxo)