Endameke DHKP-C hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê polîsan li dijî Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) operasyonek pêk anî û endameke wê kuşt.
Li bajarê Stenbolê navçeya Kuçukçekmeceyê polîsan di çarçoveya operasyoneka li dijî Partiya Rizgariya Gel a Şoreşger DHKP-C de avêtin ser malekê û pevçûn rû da.
Di encamê de polîsan endameke DHKP-Cê ya bi navê Sila Abalay kuştin. Herwiha piştî operasyonê jî, polîsan 2 kes jî binçav kirin.
Sala borî li dijî Serdozgerê Komarê ya Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Sila Abalay ji ber wê êrîşê tê tohmetbarkirin.