HDP hilbijartina Serpil Kemalbay wekî hevserok biderew derxist
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) hilbijartina Serpil Kemalbay wekî hevserok biderew derxist. Îro di destpêkê de ji alî Ajansa Dihaber ve ew nûçe hatibû ragihandin.
Bi daxûyaniyekê HDP ew agahdarî biderew liqelem da û diyarkir, ku hîn jî hevseroka nû ya HDP nehatiye hilbijartin û ew babet ne di rojeva civîna Desteya Rêvebir a HDP de ye.
Dihaber wekî ajansek nêzîkî HDP tê naskirin.