Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye

Serokê nû yê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye hate hilbijartin. Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye. Aliyê Kurd jî piştgiriya Sêf dikir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê nû yê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye hate hilbijartin. Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye. Aliyê Kurd jî piştgiriya Sêf dikir.

Riyad Sêf sala 1946an hatiye dine û demek dirêj e di nav siyaseta opozisyonî ya Suriye de cîh digre. Du caran wekî parlementer di salên 1994an û 1998an di Parlementoya Suriye de hatiye hilbijartin.

Sêf wekî bazirganek navdar ê Suriye jî tê naskirin. Gelek salan nûnerê şîrketa Adidas li Suriye bûye.