Radîqalîzma Heremê û Kurdistana Sekuler

Kurd24

Nevzet Keskin

Rojhilata Navîn bi pirsgirêkên xwe yên kêmnetewî, olî, mezhebi û netewî mîna beroşa tîje av û li ser êgir dikele. Di demeke nêz de çareserkirina van pisrsgirêkan jî nexûyaye. Her çiqas ev girêkên niha weke demkî xuya ne jî, lêbelê di eslê xwe de kok û bingeha wan digehe dawîya sedsala 19’an û destpêka 20’an. Hêzên Ewrûpî bi lawazbûna Împaratorîya Osmanîyan gihiştine Rojhilata Navîn û mudaxaleyî pirsgirêkên herêmê kirin.

Birastî herêm ji xwe têra xwe jî tevlîhev bû. Ew ol (dîn)’ê ku ji hemû mirovan re weke bexşîna Xwedê hatibû şandin, îro bûbû pelîstoka berjewendîyên netewî. Îranîyan bi şîroveya Şîîtî, Tirkan Sunnîtîya Neo- Osmanîtî û Ereban jî bi Selefîtîyê, ol li gorî berjewendîyên xwe şîrove dikirin. Vê jî, fersend dida ku mudaxaleyên ji derve ve li herêmê werin kirin. Ev her sê şîrovêyên dînî jî dixwazin qada xwe fireh bikin û mixabin ji duh heta îro jî Kurdistan bû hedefa van şîroveyan û qada leyistikên van hêzan. Ji ber be yeke jî, ji bo dewlet û hêzên Rojavayê (Ewrûpa – Emerîka) giringiya Kurdistaneke sekuler derdixe holê.

Bê çiqas Kurdistan ji bo van hêzên dînî hedef bû, ewqas jî ji bo komên xeyrî muslim û kêmnetewan hêlîneke bi ewle û parestgehek bû. Ji bo vê hinde ne bes ji Kurdan, lê ji bo van kesan; Aşûrî, Keldanî, Mesîhî,Ermenî û bi taybetî jî bo Kurdên Êzîdî azadîya Kurdistanê pir girîng bû. Başûr’ê Kurdistanê ji dema ku federalîya xwe îlan kir heta roja îro hedefa wan armancên qirêj e. Tirkî û Îranê ji bilî sîyaseta nepenî bi hêzên xwe yên wesayetî (Proxy) jî Başûr rehet bernedan. Van hêzan Kurdistan kirin mîna stadyuma îstîxbaratên xwe. Ji alîyekî ve DAÎŞ’a selefi - tekfîrî( Suudî Erebîstan û Tirkî) û Heşdî Sa’bîya Şîî (Îran) vekiri jî êrişên xwe birin ser Kurdistanê. Erişên ji Xanaqîn heta Şengalê û ji Şengalê heta Efrîn’ê nîşana vê yekê ne. Van êrişên di berîyê (çolê-Erda rast) de jî Kurd lawaz kirin. Ew dostanîya Kurdan ya Çiya jî bikêrî tu tiştî nehatîbû. Mixabin kevir ne bû ku Kurd xwe bide pişt û şikeft jî nebû ku xwe tê de veşêre. Çêkên di destan de bikêrî parastinê nedihatin. Dewletên Ewrûpî û Emerîkayê jî rast e rast e zû çek û sîlehên giran nedan Kurdistanê ku xwe li hember van hêzên qirêj biparêzê.  Lewra jî bendewarîyek he bû…

Birastî Kurd bi giştî li benda partîya Republîk ya DYE bûn. Lewra di dema desthilatdarîya Demokratan ya Obama de DYE xwe ji şerê nava Rojhilata Navîn durdikir. Vê yeke jî pişta Kurdan şikand. Lê bihatina Donald Trump îro hêzên Kurdî êdî dikarin çeken giran bi rehetî ji DYE û dewletên Ewrûpî bikirin. Herwiha sîyaseta Trump ya li hember Kurdan ya li dijî DAÎŞ û hevalbendên wê ne li Başûr, lê li Rojava Kurdistanê jî geşedanên nû derxistin holê. Bi awayekî gelekî vekirî YPG ya ku baskekî PKK’ê ye li hember Tirkî û êrîşên wê parast û diparêzê.

Vê radîkalîzma dînî û mezhebi li her cihî Kurd ji xwe re kirin hedef. Ji ber vê yeke ye ku, êdî Kurdên oldar jî, hay ji vê leyîstokê he ne. Di bûyerên dawî yên ku li Bakur qewîmîn de 11 bajar hatin wêran kirin û 7000 xortên nestêleh hatin kuştin. Herwiha di van bûyeran de 500 hezar Kurd careke din koçber bûn û bere xwe dane Rojavayê Tirkîyê, lewra nêzîkê 100 hezar malên wan hatibûn wêran kirin û rûxandin. Ev qeyraneke pir mezin e. Bi tena sere xwe genosîd e. Raporta NY(Netewên Yekbûyî) jî ev da nişandan. Lê piştî evqas zilma eşkere, heqaret, bêedebî û tunekirina Kurdan li Bakur dîsa dewlet bi fikra Neo-Osmanîtîyê, rêbaza olî dikare were û dengan ji herêmê bistîne. Di vir de xeletî û şaşîyên PKK ji xwe mijareke din ya bi sere xwe ye, lê careke din dîrok dûbare bû Kurd bi leyîstokên sîyaseta olî hatin xapandin.

Mijara hildana ala Kurdistanê li Kerkuk’ê dostanî û biratîya Tirkîyê ya bi Başûr re derxist holê. Zirt û tehdîtên bira wisa ne. Serokkomar di axaftina xwe digot Kerkuk ya Tirkmen, Ereb û eger Kurd hebin ya Kurdan e jî, lê ji min bêhtir dizane ku bê Saddam çawa Kurd ji Kerkuk’ê bi awayekî sistematik derdixistin û ji devla wan ve Ereb û Tirkmen bicîh dikirin. Demografîya herêmê diguhert. Îro dîsa hêzên derdorê Selefîyên DAÎŞ’î û Heşdî Şa’bîyê Şîî, Ereb û Tirkmenên, Sunnî û Şîî bikar tînin da ku bigihin armancên xwe. Ew tovên ku duh hatibûn çandin îro paleyîya wan tê kirin.

Welhasil di herêmêke ku radîkalîzma olî, ku bingeha wê bi şovenîya mezhebi hatîye boyax kirin de hewcedarîyek bi dewleteke an jî dewletên Azad yên Kurdistanî û sekuler he ne. Ev yek wê ji bo hêzên Rojavayî, kesên kêmnetew yên dînî û aşîtîya Rojhilata Navîn valahîyeke pir mezin dagire. Îro em dizanin ku Başûr û Rojava’yê Kurdistanê hejmareke pir zede ya Kurdên Êzîdî, Suryanî, Ermenî, Keldanî, û Mesîhîyên Ereb û kêmnetewên din ji êrişên radîkal yên Heşdî Şabî û DAÎŞ’ê diparêzin. Hêz û dewletên Rojava(DYE û Ewrûpa) jî vê yeke dibinin û li cem wan kredîbîlîtî (bawerbarî) Kurdan zede bûye. Lewra jî îro pakrewanîya Pêşmerge û YPG-YPJ Kurd ne tenê di qada navdewletî ya sîyasî de, lê  di ya civakî ya cîhanê de jî navdar kirin. Heta dikare were gotin ku vê navdarîyê parçebûn û nakokîyên di nava sîyaseta Kurdî de jî di bin sîha xwe de hiştine.