Li Qamişlo kirîn û firotina tizbiyan jî lawaz bûye
K24 – Qamişlo
Li bazara serxetê ya li bajarê Qamişlo gelek bazirganên tizbiyan hene, yek ji wan bavê Îsam e ku ji heyama 35 salan ve vî kar dike. Li gorî bavê Îsam dibeje gelek cûreyên tizbiyan hene û yên herî buha kehreman, kok, mircan û nirxê hin cûreyan dighêje 3 hezar dolarên Amerîkî.
Berî krîza Sûriyê, tevgera kirîn û firotinê li vê bazarê xurt bû, lê ji ber pêla koçberiyê, gelek hezkiriyên kirîna tizbiyan, koçberî welatên biyanî kirin. Ji aliyekî din ve ji ber dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê bandoreke neyênî li bazarê hate kirin û kirîn û firotin jî lawaz bûye.
Li gorî hin firoşkarên tizbiyan, di dema vekirina sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê (deriyê Nisêbînê) de, bazara serxetiyan gelekî çalak bû.
Herweha bazirganên tizbiyan têkilyên wan bi gelek bajar û welatan re hebûn mîna Bexda, Tirkiyê, Urdin û Misirê û ji ber girtina sînoran rê li pêş bazirganiya wan jî hate girtin.