Saziyên sivîl: Divê hikûmet guhdarî daxuyaniyên me bike

Nûnerên Saziyên Sivîl, li Diyarbekirê bi mebesta nerazîbûn nîşandana bi Biryarnemeyên di Hikmê Qanûnande (KHK) Îxraçkirina karmendan û rêvebirên saziyên sivîl, civîneke çapameniyê lidarxistin. di daxuyaniya hevbeşde daxwaz hat kirin ku rayedarên hikûmetê, ji kiryarên xwe yên li dijî demokrasî, mafên mirovan û aştiya civakê vegere. Rêvebirên saziyên sivîl diyar kirin ku rexne û hişyariyên didin jî pêwistî û pêdiviyên demokrasiyê ne.

K24 – Diyarbekir

Di daxuyaniya ku pêşengiya wê Odeya Bijîşkan ya Diyarbekirê  (DTO) kir de, bal hat kişandin ku rêvebirên saziya wan, wek armanc hatine bijartin û rêvebirekî wan  ne tê de yên ku serokatiya Odeya wan kirine ji kar hatine dûrxistin.

Sekreterê Jûra Tabîban Ya Diyarbekirê M. Şerîf Demir, daxuyand ku ew wek sazî li dijî her cure kutedayane û weka saziyên sivîl dê helwesta xwe,  ji bo maf û azadiyan jî her bidomînin. Demîr, da zanîn ku heta niha li Diyarbekirê 130 Hekîm, tevahî 307 xebatkarên tendiristiyê hatine derxistin. Li Tukiyeyê bi giştî jî 2775 hekîm, bi tevahî 106 hezar û 117 kedkarên tendiristiyê hatine îxraçkirin.

Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan, Odeya Yekîtiya Tabîbên Turk (TTBO), Weqfa Mafên Mirovan, BARO’ya Diyarbekirê û Sendîqa û Komeleyên mafên karmendan jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan.