Pîre: Bi bijardeya leşkerî naçin referandûmê

Endamekî Polîtburoya YNKê dibêje, Bijardeya leşkerî bo encamdana referandomê li cem serkirdayetiya siyasî ya Kurd ne baştirîn bijarde ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, Bijardeya leşkerî bo encamdana referandomê li cem serkirdayetiya siyasî ya Kurd ne baştirîn bijarde ye.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre îro li Hewlêrê di panela bi navê “Dewletbûna Başûrê Kurdistanê” gotarek pêşkêş kir û got: “Iraq di sala 1921an de dirust bû, ji wê demê û heta sala 1958an li Iraqî hikûmê şahî bû, di wê serdemê de Kurd hest nekir ku mafê wî yê yeksanî heye, wek kesê di pileya duyem de lê dihat nêrîn. Ji 1958 û heta 1968an 4 hikûmetên Sune hatin avakirin, disa mafê yeksanbûnê ji Kurd re tune bû. Ji 1986 û heta 2003an Sedam Hisên gelek karesat bi ser Kurd de anîn, Eefal û kîmyabaran kir.”

Herwiha Pîre got: “Ji 2003an tê gotin em hevpar in, lê mixabin ew jibîr dikin ku em Kurd di Iraqê de hevpar in û dîsa Kurd wek hemû welatiyên Iraqê nayin hejmartin. Tenê di şerê DAIŞê de em hevpar bûn. Ji ber vê em serxwebûna xwe dixwazin.”

Pîre got: “Referandûm deriyê sereke ye bo serxwebûna Kurdistanê. Em dizanin referandûm tenê bi qanûnê nayê kirin, ji ber ku aliyê wê yê siyasî jî heye. Bijardeya leşkerî bo encamdana referandomê li cem serkirdayetiya siyasî ya Kurd ne baştirîn bijarde ye. Em hewl didin bi diyaloga ligel Bexdayê û welatên cîran gutûgoyê bikin.”

Pîro got amaje bi wê jî da û got: “Di dawî civîna serkirdayetiya YNKê de me 2 biryar dan, biryara yekem ew bû ku YNKê berdewam dibe bo guftûgo berve encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê weke. Biryara Duyem jî ew e karakirina parlementoya Kurdistanê girîng e bo çareserkirina pirsgirêkên yasayî. Herwiha yekrêziya netewa me girîng e bo yekdengiya niştimanî.”