Operasyona Hewîce destpê dike?

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, Operasyona Hewîce nêzîk, bi beşdariya Hêzên Pêşmerge dê destpêbike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, Operasyona Hewîce nêzîk, bi beşdariya Hêzên Pêşmerge dê destpêbike.

Serokwezîrê Iraq a federal, piştî civîna Encumena Wezîran ragihand ku, Operasyona Hewîce dê bi beşdariya Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê, Polisên federal ên Iraqê û hêzên Heşda Şabî pêk were. Hêzên Hevpeymanan jî, dê alîkariya pêwîst bikin.

Bajarokê Hewîce 55 kilometreyan li başûrê Kerkûkê dimîne û ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞ de ye.